3 Hûn çermê gelê min digurînin û goştê wî dixwin. Hûn hestiyên wî dişikênin. Wekî goştê di quşxaneyê de hûr dikin Û di beroşê de dipêjin.”
Ma yên ku sûc dikin nabînin? Wek ku nan bixwin, gelê min dixwin. Û bang nakin Xudan.
Xerabên ku hember û dijminên min in, Gava ku nêz bûn ji bo ku min bixwin, Ew bi xwe terpilîn û ketin.
Nifş hene diranên wan wekî şûran in, Erçena wan wekî kêrê ye Ku bindestên welêt û hejarên însanan daqurtînin.
Xudan bi rîspî û serekên gel re Dîwanê dike û dibêje: “Yê ku rez xwarine û qedandine hûn in, Malê talanê bindestan di xaniyên we de ne.
Ma çi bi we bûye ku hûn gelê min diperçiqînin Û rûyê bindestan dihêrin?” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.
Ya hûn ên ku hejaran diperçiqînin Û bindestên welêt ji holê radikin! Li vê yekê guhdar bin!
Lê hê duh gelê min wekî dijmin serî rakir. Kesên şer nakin û di ewlehiyê de ne, Hûn ebayê xweşik ji wan dikin!
Serwerên bajêr wekî şêran dikin himîn, Serekên wî gurên êvaran in. Heta serê sibê tiştekî nahêlin.