4 Wê rojê wê tinazên xwe bi we bikin. Wê ji bo we vê lavija şînê bêjin: ‘Em ji binî ve xera bûn! Xwedê tevahiya para gelê min diguherîne Û ji min distîne. Zeviyên me di nav xayînan de parve dike.’”
Ez herim zeviyê, ezê kesên bi şûr hatine kuştin, Ez herim bajêr, ezê kesên ji ber xelayê nexweş in bibînim. Çimkî pêxember jî, kahin jî, Li seranserê welêt digerin lê tiştekî nizanin.’”
Loma ezê jinên wan bidim kesên din Û zeviyên wan bidim dagirkeran. Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.
Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.
Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.
“Ma wê hemû miletên bindest wî biçûk nebînin, Tinazên xwe pê nekin û nebêjin: ‘Wey li wî, tiştê ne yê wî ye desteser dike! Heta kengê tê xwe bi standina xeracê dewlemend bikî?’
Wî ev mesele got: “Balaq ez ji Aramê, Padîşahê Moavê ez ji çiyayên rojhilat anîm. Wî got: ‘Were ji bo min naletê li ziriyeta Aqûb bîne. Were li gelê Îsraêl nifiran bike.’
Çawa ku kesên kor di tariyê de bi dest û lepan bimeşin, tê nava rojê wisa bimeşî û di riyên xwe de bi ser nekevî. Wê herdem zor li te bê kirin, tê bêyî şelandin û wê tu kes te rizgar neke.