12 “Ya ziriyeta Aqûb! Helbet ezê we bidim hev, Ezê esse saxmayiyên gelê Îsraêl berhev bikim. Ezê we wekî pezê di hevşî de, Wekî keriyê di mêrgê de bînim ba hev. Wê welatê we bi mirovan tije bibe.”
Şûrê Xudan bi xwînê tije bû. Bi bez têr bû, Bi xwîna berx û nêriyan Û bi bezê gurçikên beranan. Çimkî qurbaneke Xudan li Bosrayê, Serjêkirina wî ya mezin li welatê Edomê heye.
Gelên Cihûda û Îsraêl wê ji nû ve bibe yek. Wê ji xwe re serekekî tekane kifş bikin û wê ji welatê xwe derkevin. Ji ber ku wê roja Yîzreyêlê bibe rojeke mezin.
Wê Xwedê rabe, rê veke û li pêş gel bimeşe. Wê gel dergehê bajêr bişikêne û derkeve derve. Wê Padîşahê wan li pêş wan here, Wê Xudan li ser serê wan be.
Wî çaxî saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Wê bibin wekî xunava Xudan şandiye Û barana ku av dide şînahiyê. Wê xwe nespêrin kesekî Û li benda alîkariya mirovan nemînin.
Şêr di nava heywanên çolê de çi be, Şêrê ciwan ê ku gava derbasî nav keriyên pêz dibe, Xwe davêje ser, perçe dike û mecala rizgariyê nade çi be, Wê saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Di nav miletan de wisa bin.
Ya Xwedê! Bi gopalê xwe Ji gel û keriyê xwe re şivantiyê bike Ku li daristanê û li welatê berdar tenê dimîne. Wekî dema berê, bila niha jî li Başan û Gîladê biçêrin.
Ma îlahekî wekî te heye ku sûcan dibexişîne Û serhildanên saxmayiyên gelê xwe efû dike?! Ji ber ku tu bi dilovaniyê şa dibî, Tu heta hetayê bi hêrs namînî.
“Gava min hûn berhev kirin Ezê dîsa we bînim malê. Gava min di çavên we de Hûn vegerandin firehiya we ya berê, Ezê navdarî û pesnê bidim we Ku di nav hemû gelên dinyayê de hebe” dibêje Xudan.