Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 8:28 - Kurmanji Încîl

28 Gava ku Îsa derbasî aliyê din bû û gihîşt herêma Gedarîniyan, du mirovên cinoyî ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya wî. Ew ewqas har bûn ku kes nikaribû di wê riyê re derbas bibûya.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

28 Gava Îsa derbazî wî alîyê tʼopraxêd Gerdarînê bû, du cinakʼetî ji nav gorʼistana derkʼetin û rʼastî Wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rʼêrʼa derbaz bûya.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

28 Гава Иса дәрбази ԝи алийе тʼопрахед Гәрдарине бу, дӧ щьнакʼәти жь нав горʼьстана дәркʼәтьн у рʼасти Ԝи һатьн. Әԝ ӧса һар бун, кӧ кәсәк нькарьбу ԝе рʼерʼа дәрбаз буйа.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 وقته عیسی گَهَشتَ وَلاته جَدَریانه گو آلیه دیَ گُله بو، دو مِرُوه جن هَیی گو ناو مَزارادا دِهاتنَ دَروَ، گَهَشتِنَ وی. اَو دو هِند قیاسا هار بون گو چه کَسه نَدِگاری وه رِیه دا دَرباز بیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 8:28
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Herwiha ew bavê Yevûsiyan, Amoriyan, Gîrgaşiyan,


Amoriyan, Kenaniyan, Gîrgaşiyan û Yevûsiyan e.”


Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî, atî û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin.


Hemû şaş man û gotin: «Ma ev mirovekî çawa ye? Ba û gol jî bi ya wî dikin!»


çawa Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh kir û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû.


“Gava Xwedayê we Xudan we bibe wî welatê ku hûnê bikine milk û li pêş we gelek miletan biqewitîne –heft miletên ji we mezintir û hêzdartir in; Hîtîtî, Gîrgaşî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan–


“Di dema Şamgarê kurê Enat de, Di rojên Yaelê de riyên kerwanan hatin birîn, Rêwî di rêçik û şiverêyan re çûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ