Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 18:19 - Kurmanji Încîl

19 Careke din bi rastî ez ji we re dibêjim, eger dido ji we li ser rûyê erdê, li ser her tiştê ku bixwazin, bibin yek, ewê ji aliyê Bavê min ê li ezmanan ve ji wan re çêbe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

19 Dîsa Ez rʼast werʼa dibêjim, heger dudu ji we li ser eʼrdê bi tʼifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê Minî eʼzmana wê bide we.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

19 Диса Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, һәгәр дӧдӧ жь ԝә ль сәр әʼрде бь тʼьфаԛ бона тьштәки дӧа бькьн у бьхԝазьн, Баве Мьни әʼзмана ԝе бьдә ԝә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 دیسا اَز بُ وَ دِبِژِم گو کَنگه دو مِرُو له وَ سَر رویه عَردی راستا دِشدا گو دِخازِن دا دله وان یگ بیت، اَو ژه آلیه بابه مِن گو اَسمانی دایَ دیه بُ وان بِقَومیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 18:19
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.»


diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike.


«Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe.


Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Her tiştê ku hûn bi duakirinê bixwazin, bawer bikin ku we standiye û wê ji we re bibe.


Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we.


Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min li ba we bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn.


Dema ku ew roj bê, hûn tu tiştî ji min napirsin. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we.


Van hemûyan hergav bi hev re, tevî hinek jinan, bi Meryema diya Îsa û birayên wî re, xwe dan duakirinê.


Îcar Petrûs di zîndanê de girtî bû, lê civîna bawermendan ji dil û can ji bo wî ji Xwedê dixwest.


Gava wî ev dîtinî dît, di cih de em xebitîn ku em herin Mekedonyayê. Me jê derxist ku Xwedê gazî me dike ku em Mizgîniyê bidin wan.


Heçî em in, emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê.»


çimkî ez dizanim ku bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh ev yek wê ji bo xilasiya min çêbe.


û em her çi bixwazin emê jê bistînin. Çimkî em emrên wî tînin cih û em tiştên ku li wî xweş tên dikin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ