Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 16:17 - Kurmanji Încîl

17 Îsa lê vegerand û got: «Xwezî bi te, ey Şimûnê kurê Ûnis, çimkî yê ku ev ji te re vekiriye ne xwîn û goşt e, lê Bavê min ê li ezmanan e.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

17 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

17 Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Хԝәзи ль тә, Шьмһʼуне кӧрʼе Йуһʼәнна, чьмки хун у гошт әв йәк әʼйани тә нәкьрьн, ле Баве Мьни әʼзмана.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 عیسی گُت: خَنیَگه حاله تَ، اَی شَمعون، گوره یونا! چون اَو راستیَ جسم و خونه بُ تَ آشگَرا نَگِر، بَلگو بابه مِن گو اَسمانی دایَ بُ تَ آشگَرا گِر.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 16:17
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê hemû kurên te şagirtên Xudan bin, Wê aştiya kurên te gelek be.


Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike.»


Wî ew anî ba Îsa. Îsa li Şimûn nêrî û got: «Tu Şimûnê kurê Yûhenna yî. Wê bi navê Kîfas» – ku ‹Petrûs› e û bi mana ‹lat› e – «gazî te bikin.»


Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.› Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.


Birano, ez vê dibêjim: Xwîn û goşt nikarin Padîşahiya Xwedê mîras bistînin. Ne jî rizîbûn dikare nerizîbûnê mîras bistîne.


Û çaxê li wî xweş hat ku Kurê xwe ji min re eşkere bike, da ku ez di nav miletên din de wî bidim bihîstin, ez bi xwîn û goşt neşêwirîm


Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye.


Ev sir di nifş û qernên berê de ji mirovan re nehat dazanîn, wek ku niha ji Şandiyên wî yên pîroz û ji pêxemberên wî re bi Ruh hatiye eşkere kirin.


Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye.


Loma çawa ku zarok xwîn û goşt in, ew bi xwe jî wisa di eynî tiştan de bû hevpar; da ku ew wî yê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal bike


Ez ê ku yek ji rihspiyan im û şahidê cefayên Mesîh û hevparê wê rûmetê me, ku wê bê, ez hêvî ji rihspiyên nav we dikim:


Eger yek bi eşkereyî bêje: «Îsa Kurê Xwedê ye», Xwedê bi wî re dimîne û ew jî bi Xwedê re dimîne.


Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ