Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 15:28 - Kurmanji Încîl

28 Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

28 Wî çaxî Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, bawerîya te mezin e. Bira anegorî xwestina te terʼa be». Hema ji wê demê qîza wê qenc bû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

28 Ԝи чахи Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Әʼвде, баԝәрийа тә мәзьн ә. Бьра анәгори хԝәстьна тә тәрʼа бә». Һәма жь ԝе дәме ԛиза ԝе ԛәнщ бу.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 هِنگه عیسی گُت: «اَی ژِن، ایمانا تَ عَظیمَ! داخازیا تَ بِتَ جی!» هَ وه دَمه گِجا وی شفا گِرت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 15:28
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Va ye min bikuje jî, wê hêviya min jê be, Qet nebe, ezê rastiya riya xwe li hizûra wî biparêzim.


Lê ew riya ku ez çûm ser dizane, Dema min biceribîne, ezê wekî zêr derkevim.


Ew, daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cih, Feryada wan dibihîze û wan rizgar dike.


Tevî ku ew aciz jî dike, Li gorî zêdebûna dilovaniya xwe, Wê dîsa were rehmê.


Îsa di cih de destê xwe dirêj kir, ew girt û jê re got: «Ey kêmîmano! Tu çima dudilî bûyî?»


Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.»


Gava ku Îsa ev yek bihîst, şaş ma û ji yên ku li pey wî dihatin re got: «Bi rastî, ez ji we re dibêjim, di Îsraêlê de jî min baweriyeke weha di dilê kesekî de nedît.


Îcar Îsa li sersed zivirî û jê re got: «Here, bila wek ku te bawer kir, ji te re bibe.» Û di wê gavê de xulam wî qenc bû.


Îsa zivirî, ew dît û jê re got: «Bi zirav be keça min, baweriya te tu qenc kirî.» Û jinik ji wê gavê ve sax bû.


Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»


Şandiyan ji Xudan re got: «Baweriya me zêde bike.»


Hingê wî ji jinê re got: «Baweriya te tu xilas kirî. Îcar bi silamet here.»


Gava Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî baweriyeke evqas mezin nedîtiye.»


Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.


“Loma gotina Xwedayê Îsraêl Xudan ev e: ‘Bi rastî jî min gotibû ku mala te û mala bav û kalên te heta hetayê wê bi min re bimeşin.’ Lê niha gotina Xudan ev e: ‘Bila ev ji min dûr be! Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim. Lê kesê ku min nehesibîne, wê biçûk bê xistin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ