Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 13:15 - Kurmanji Încîl

15 Çimkî dilê vî gelî hişk bûye, Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

15 Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

15 Чьмки әва щьмәʼта сәрһʼьшк ә, бь гӧһа гьран дьбьһен у чʼәʼвед хԝә гьртьнә, ԝәки бь чʼәʼва нәбиньн, бь гӧһа нәбьһен у бь һʼьш фәʼм нәкьн, вәнәгәрʼьн, кӧ Әз ԝан ԛәнщ кьм›.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 چون گو دله وی قَومی بویَ بَر، گوهه وان گِران بویَ، و چاوه خو گِردانَ، گو نَگو بِ چاوه خو بِبینِن، و بِ گوهه خو بِبیهیسِن و ناو دله خودا فام گَن و بِزُورِن و اَز شفایه بِدَمَ وان.“

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 13:15
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Dilê wan bez girt, Belê ez ji şerîeta te zewqê digirim.


Çavgirtin ji bo pîlanên hîlekariyê, Devgirtin ji bo kirina xerabiyê ye.


Ew mirov xwelî diçêre! Dilekî xapiyayî ew ji rê derxist. Ew canê xwe rizgar nake û nabêje: “Ma tiştê di destê min ê rastê de Ne derewek e?”


“Min riyên wan dîtin, lê ezê şifayê bidim wan. Ezê rêberiya wan bikim. Ezê bi teseliyê bergîdana wan bidim, Kesên ji wan şînê dikin jî ezê teselî bikim.


Dilê vî gelî hişk bike, Guhê wan giran bike Û çavê wan bigire Ku bi çavê xwe nebînin, Bi guhê xwe nebihîzin Û bi dilê xwe fêm nekin. Li min venegerin û şifayê nebînin.’”


Ya Xudan, tu şifayê bide min û ezê baş bim, Tu min rizgar bike û ezê rizgar bim. Çimkî tu yî pesindana min.


Dil ji her tiştî xapînoktir e, Çare jê re tuneye. Kî dikare jê fêm bike?


“Ya kurên çivanok, vegerin! Ezê we ji çivanokiya we baş bikim.” Gel dibêje: “Va ye em hatin ba te, Çimkî Xwedayê me Xudan tu yî.


“‘Lê ezê şifa û rihetiyê bidim wî bajarî û baş bikim. Ezê şifayê bidim wan û bikim ku di nav aştî û ewlehiyeke berfireh de bijîn.


“Ezê çivanokiya wan rast bikim, Ezê wan ji dil hez bikim, Çimkî hêrsa min ji ser wan rabû.


“Lê wan nexwest guhdarî bikin. Bi serhişkî pişta xwe dan. Guhên xwe girtin ku nebihîzin.


Hûn kesên ku ji navê min ditirsin! Wê tava rastiyê li ser we derkeve ku bi tîrêjên xwe şifayê tîne. Çawa ku golikê ji axurê dipengizin, hûnê rabin herin.


da ku: ‹Çiqas bibînin jî tênegihîjin; Çiqas bibihîzin jî fêm nekin; Nebe ku vegerin û li wan bê bihûrtin.› »


û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.


Çimkî dilê vî gelî hişk bûye Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›


Loma tobe bikin û li Xwedê bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin,


Lê wan guhên xwe girtin, bi dengekî bilind qîriyan û bi hev re êrîşî wî kirin.


Îcar ewê guhên xwe ji rastiyê bizivirînin û bikevin pey çîrokan.


Gelek tişt hene ku em li ser vê yekê bêjin; lê ji ber ku guhên we giran bûne, şîrovekirina wan zehmet e.


Li herdu aliyên çem dara jiyanê hebû; diwanzdeh cûreyên fêkî pê ve tê û ew her meh fêkiyê xwe dide. Û pelên darê ji bo saxbûna miletan in.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ