Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Metta 12:10 - Kurmanji Încîl

10 Li wir mirovek hebû, ku destê wî hişkbûyî bû. Ji bo ku Îsa sûcdar bikin, wan jê pirsî: «Ma cayîz e ku mirov roja Şemiyê nexweşan qenc bike?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

10 Merivek li wir hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv rʼoja şemîyê nexweşa qenc bikin?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Мәрьвәк ль ԝьр һәбу, кӧ дәсте ԝи кʼьшийабу. Һьнәка дьхԝәст кӧ хәйба Иса бькьрана, жь Ԝи пьрсин у готьне: «Щайиз ә кӧ мәрьв рʼожа шәмийе нәхԝәша ԛәнщ бькьн?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 مِرُوَگ وِدَره بو گو دَستَگه وی هِشک بِبو. اَوان ژه عیسی پیسیار گِر: «شفا دایین رُژا شَنبیا مُقدس دا گورَیَگی شِریعَته دوزَ؟» چون دوو هِنجَتَگه بون گو تُهمَتا وی بِدَن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Metta 12:10
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî ehmeq ehmeqiyê dike Û bi dilê xwe neheqiyê dike Ku fesadiyê bike, Li ser Xudan tiştên şaş bibêje, Vala bihêle zikê birçiyan Û avê nede tîbûyiyan.


Me li dijî Xudan înkar û serhildan kirin, Me dev ji riya Xwedayê xwe berda. Em gotinên zordestî û asîtiyê dikin, Em bi peyvên bi hîle avis dibin.


Kesê doza rast dike, Kesê ji bo edaletê diçe dîwanê nemaye. Ew bi valahiyê ewle ne û derewan dikin, Ew bi derdên kesên din avis in û xerabiyê tînin.


“Wey li şivanê min ê beredayî ku pêz diterikîne! Bila şûr li milê wî û çavê wî yê rastê bixe! Bila milê wî ji binî ve hişk bibe, Çavê wî yê rastê jî bi tevahî kor bibe!”


Gava ku Fêrisiyan ev yek dît, wan ji wî re got: «Binêre! Şagirtên te tiştê ku roja Şemiyê nabe dikin.»


Hinek ji Fêrisiyan ji bo ku wî biceribînin nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma dibe ku bi her sedemî mêr jina xwe berde?»


Çavên wan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê wî qenc bike, da ku wî sûcdar bikin.


Ew li ber wî letabûn, da ku xeberekê ji devê wî bigirin.


Lê serekê kinîştê bi hêrs ket ku Îsa di roja Şemiyê de sax kir. Wî dest pê kir û ji xelkê re got: «Şeş roj hene ku divê mirov di wan de kar bike. Ne di roja Şemiyê de, lê di wan rojan de werin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.»


Îcar ma ji me re dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»


û ji wan re got: «We ev mirovê ha anî ber min û we got ku ew gel ji rê derdixe. Min jî ew li ber we kişand pirsyariyê û min tu sûcê ku we dixistin stûyê wî, li ser wî nedîtin.


Wan dest bi giliyê wî kir û gotin: «Me dît ku evê ha miletê me ji rê derdixe. Nahêle ku baca Qeyser bê dayîn û ji bo xwe dibêje ku ew Mesîh e, yanî padîşah e.»


û serekên Cihûyan ji wî mirovê ku qenc bûbû re gotin: «Îro Şemî ye! Nabe ku tu doşeka xwe rakî.»


Di wan eywanan de komeke mezin a nexweşan: Kor, şil û şeht û felcî vedizeliyan. Ew li benda çeliqandina avê diman.


Madem ji bo ku Şerîeta Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima li min hêrs dibin?


Wan ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.


Hinekan ji Fêrisiyan got: «Ev mirov ne ji Xwedê ye, çimkî ew Şemiyê nagire.» Lê hinekan jî got: «Ma mirovekî gunehkar çawa dikare nîşanên weha çêke?» Û di navbera wan de dubendî derket.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ