11 Çimkî bi min, wê rojên te zêde bin, Wê salên emrê te bêtir bin.
11 Bi min, rojên jiyîna te zehftir û salên emrê te bêtir bibin.
Tirsa Xudan emrê mirovan dirêj dike, Lê salên kesên xerab kêm dibin.
Di destê wê yê rastê de emrê dirêj, Di destê wê yê çepê de rûmet û dewlemendî hene.
Çimkî wê ev roj û salên emrê te dirêj bikin Û silametiya te zêde bikin.
Dev ji sexikbûna xwe berdin û bijîn. Di riya fêmdariyê de bimeşin.
Bila li welatê ku Xudan bi sondxwarin dabû bav û kalên we, hûn û zarokên we, heta ku ezman li ser erdê be, hebin.
“Îro li dijî te erd û ezman şahid in ku ez jiyan û mirinê, bereket û naletê datînim ber te. Loma jiyanê hilbijêre ku tu tevî ziriyeta xwe bijî.
Di tevahiya rojên xwe de hûn, zarok û neviyên we, wê ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin û hemû emir û qanûnên wî yên ku min ji we re got pêk bînin ku emrê we dirêj be.