9 Wê taceguleke bedew deyne ser serê te, Wê taceke berziyê bide te.”
9 Ew, taceke çeleng wê deyne ser serê te û pê eniya te zînetdar bike.
Tişta te nexwest jî ezê bidim te, rûmet û dewlemendî. Di tevahiya rojên te de, wê di nav padîşahan de kesekî wekî te tunebe.
Çimkî ew ji bo serê te tacegulên xweşik in, Ji bo stûyê te gerdenî ne.
Kesên sexik bêaqiliyê mîras distînin, Lê taca zanînê datînin ser serê aqilmendan.
Porê spî taca rûmetê ye, Bi jiyana rast hatiye bidestxistin.
Wê ji bo canê te bibin jiyan Û ji bo stûyê te bibin xemil.
Lawo, bibihîze û gotinên min bi dest bixe Ku salên jiyana te gelek bin.
Wê rojê wê Xudanê Karîndar Ji gelê xwe yê mayî re Bibe taca xweşik û tacegula rewnaq!
Lê bila xemla we ya ku xera nabe, bi heyina we ya veşartî, bi ruhê we yê rihet û nermê ku li ba Xwedê pirr hêja ye be.
Îcar gava ku Serokşivan xuya bibe, hûnê taca rûmetê ya ku qet naçilmise bistînin.
Yê ku bi ser dikeve, ezê heq bidim wî ku bi min re li ser textê min rûne, çawa ku ez bi ser ketim û bi Bavê xwe re li ser textê wî rûniştim.