Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Methelokên 4:4 - Kurmanji Încîl

4 Bavê min hînî min dikir û digot: “Bila dilê te bi gotinên min re be, Emrên min pêk bîne û bijî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Methelokên Hezretê Silêman 1947

4 Wî ez hîn dikirim û digote min: berde, bila gotinên min bikevin dilê te, bide pey şîretên min û tu ê berxurdar bibî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Methelokên 4:4
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Min Îbrahîm hilbijart ku li zarokên xwe û li nifşê piştî xwe emir bike ku hay ji riya min hebin û ya heq û rast bikin. Ezê jî soza min daye wî pêk bînim.”


“Silêmano! Ya kurê min! Xwedayê bavê xwe nas bike. Bi yek dilî û canê bibiryar xulamiya wî bike. Çimkî Xudan lêkolîna tevahiya dilan dike. Hemû niyet û fikran fêm dike. Heke tu lê bigerî, wê xwe bide dîtin. Lê heke tu dev ji wî berdî, wê heta hetayê te red bike.


Da ku ez guneh nekim li hember te, Min di dilê xwe de veşart gotina te.


Şîretên te her û her rast in; Tu şehrezayî bide, da ku ez bijîm.


Ez şîret û şertên te digirim, Çimkî hemû riyên min li ber te ne.


Di zarokatiyê de riya rast hîn bike, Gava pîr bibe ew jê averê nabe.


Lawo, dilê xwe bide min, Bila çavê te baş binêre li riyên min.


Lawo, hînkirina min ji bîr neke, Emrên min di dilê xwe de ragire.


Çimkî wê ev roj û salên emrê te dirêj bikin Û silametiya te zêde bikin.


Emrên min pêk bîne û bijî, Hînkirina min biparêze, wekî bîbika çavê xwe.


“Guh bidin, werin ba min. Bibihîzin ku canê we bijî! Ezê peymaneke herheyî bi we re çêkim, Ji bo xatirê dilovaniya min a dilsoz a ji Dawid re.


Yêremya got: “Te nadin destê wan. Ji kerema xwe guh bide dengê Xudan ku ez ji te re dibêjim. Wê qencî bi te bê kirin û canê te sax bimîne.


Ez dizanim ku emrê wî jiyana herheyî ye. Loma tiştên ku ez dipeyivim, Bavê min çawa ji min re gotine ez wisa dibêjim.»


Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.


“Lê hay ji xwe, hay ji canê xwe baş hebin ku tiştên we bi çavê xwe dîtin ji bîr nekin û di hemû rojên jiyana xwe de ji dilê xwe dernexin. Van bi zarok û neviyên xwe bidin zanîn.


Ev gotinên ku îro ez li we emir dikim di dilê xwe de hilînin.


Ez wê baweriya te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî.


Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.


Gava ku gihîşt bêkêmahîtiyê, ji hemûyên ku bi ya wî dikin re bû sedema xilasiya herheyî.


Manoah got: “Gava gotina te pêk bê, wê şert û mercên kurik çi bin? Karê wî wê çawa be?”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ