Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Methelokên 4:24 - Kurmanji Încîl

24 Derewên dêv nêzî xwe neke, Hîlekariya lêvan ji xwe dûr bixe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Methelokên Hezretê Silêman 1947

24 Durûtiyê ji xwe dûr xe û gotinên nemerd ji lêvên xwe bavêje.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Methelokên 4:24
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Heke di destê te de xerabî hebe, wî ji xwe dûr bixe Û nehêle neheqî li konê te rûne.


Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike, Li aştiyê bigere, li pey wê here.


Lêvên rastan tişta meqbûl dizane, Lê devê xeraban, xerab e.


Kesê dilxerab qenciyê nabîne, Kesê gotina xwe diguhere jî dikeve belayê.


Feqîrê ku riya wî kamil e, Ji bêaqilê ku li ser lêvên wî derew hene, çêtir e.


Bila çavên te li pêş binêrin, Bila qelpaxên çavên te li pêşberî te bin.


Mirovê beredayî û neheq, Bi devê derewîn digere.


Tirsa Xudan, nefreta ji xerabiyê ye. Loma ez ji quretî û pozbilindiyê, Ji riya xerab û gotinên şaş nefret dikim.


Hemû gotinên devê min rast in, Tu tiştê wan ên xwar û dijwar tuneye.


Lê niha hûn van hemûyan, xezebê, hêrsbûnê, xerabiyê, buxtanê û devpîsîtiyê ji xwe bikin.


û devjeniyên bêrawestin ên wan mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê bêpar bûne, ji van tiştan derdikevin. Ew guman dikin ku jiyana xwedayî riya qezencê ye.


Ji ber vê yekê her cûreyê pîsîtiyê û xerabiya ku pirr bûye ji ser xwe bavêjin. Bi nermî peyva ku di dilê we de hatiye çandin û dikare canê we xilas bike, qebûl bikin.


Eger yek xwe dîndar dihesibîne, lê zimanê xwe desgîn nake û dilê xwe dixapîne, dîndariya wî pûç e.


Loma xwe ji her xerabiyê, ji her hîle, durûtî, çavnebarî û ji her cûre ketmê dûr bixin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ