21 Bila ew ji ber çavê te winda nebin, Wan di dilê xwe de biparêze.
21 Ew, bila dûrî çavên te ne bin; wan di kûrahiya dilê xwe de biparêze.
Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min, Di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te.»
Lawo, heke tu gotinên min qebûl bikî, Emrên min di dilê xwe de hilînî,
Çimkî xweş e tu wan li ser dilê xwe bigirî, Bila ew bi tevahî li ser lêvên te bin.
Lawo, hînkirina min ji bîr neke, Emrên min di dilê xwe de ragire.
Lawo, bila ev ji ber çavê te nerevin, Tu şîret û feraset bernede.
Nehêle ku dilsozî û dilovanî te berdin, Wan bixe stûyê xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse.
Hergav wan li ser dilê xwe girê bide, Wan bixe stûyê xwe.
Wan bike gustîl û bixe tiliya xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse.
“Lê hay ji xwe, hay ji canê xwe baş hebin ku tiştên we bi çavê xwe dîtin ji bîr nekin û di hemû rojên jiyana xwe de ji dilê xwe dernexin. Van bi zarok û neviyên xwe bidin zanîn.