Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Methelokên 4:19 - Kurmanji Încîl

19 Lê riya xeraban wekî taristana kûr e, Ew nizanin ji ber çi diterpilin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Methelokên Hezretê Silêman 1947

19 Lê, reya mirovên xerab qey tarî ye, û ew ni zanin diçin kû û bi çi tiştî wê bikevin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Methelokên 4:19
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ew di tariyê de bi dest û lepan dimeşin û ronahiyê nabînin Û wan wekî serxweşan digerîne.


Ew ji ronahiyê ber bi tariyê ve tên kaşkirin, Ji dinyayê tên derxistin.


Ew bi roj rastî tariyê tên, Nava rojê, çawa ku şev e, bi dest û lepan dimeşin.


Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin, Û di tarîyê de digerin, Hemû bingehên erdê dihejin.


Ew dev ji rêçikên rast berdide Ku di riyên tarî de bimeşe.


Li ser riya kesê dilxerab dirî û dafik hene, Kesê canê xwe diparêze, xwe ji wan dûr dixe.


Beriya ku tarî bikeve erdê Û lingên we li çiyayên tariya êvarê biterpile, Xwedayê xwe Xudan birûmet bikin. Çimkî gava hûn li benda ronahiyê ne, Wê Xudan rojê bizivirîne şevereş û taristana kûr.


“Loma wê riya wan wekî riyeke şemitok be. Wê ber bi taristanê ve bêne ajotin, biterpilin û bikevin. Çimkî ezê di sala cezakirina wan de Felaketê bi ser wan de bînim.” Ev e gotina Xudan.


Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»


Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bêjim: ‹Min hûn qet nas nekirin! Ji min dûr kevin, hûn ên ku neheqiyê dikin!›


Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî bi wî re ronahî tune.»


Îsa ji wan re got: «Ronahî hê ji bo demeke kurt bi we re ye. Hê ku ronahî bi we re ye, rêve herin, da ku tarî bi ser we de negire. Yê ku di tariyê de rêve diçe, nizane diçe ku derê.


Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, di tariyê de ye, di tariyê de rêve diçe û nizane ku diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.


Xudan gavên dilsozên xwe diparêze, Lê xerab di tariyê de tune dibin, Mirov tenê bi hêza xwe bi ser nakeve.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ