15 Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, Jê bizivire û derbas be.
15 Berde, bila ew tê de bimeşin, lê tu jê dûr keve û wêdetir here.
Heke di destê te de xerabî hebe, wî ji xwe dûr bixe Û nehêle neheqî li konê te rûne.
Heke tu berê xwe bidî Karîndar, tê bêyî avakirin. Heke tu neheqiyê ji konên xwe rakî,
Tê ji derewan dûr bî û nebî sedema mirina kesê bêsûc û rast. Çimkî ezê kesê xerab mafdar derneyînim.
Lawo, bi wan re nemeşe, Piyê xwe ji rêçika wan dûr bixe.
Hesûdiya mirovên xerab neke, Nexwaze ku tu bi wan re bî.
Nede ser riya sûcdaran, Di rêçika xeraban de nemeşe.
Çimkî heta xerabî nekin, nikarin razên, Heke ew kesekî nedin terpilîn, xewa wan nayê.
Riya xwe ji wê jinê dûr bigire, Nêzîkî deriyê mala wê jî nebe.
Wekî xezala di destê nêçîrvan de, Wekî çivîka di destê kewgir de xwe rizgar bike.
Kesê di riya heq de diçe û ya rast dibêje, Kesê qezenca bi zordariyê red dike, Kesê destê xwe ji bertîlê dûr digire, Kesê guhê xwe ji gotinên xwînrijandinê re digire Û ji bo xerabiyê nebîne, çavê xwe digire,
Nebin hevparên karên tariyê yên bêber, lê hê bêtir wan tiştan eşkere bikin.
Xwe ji her cûreyê xerabiyê dûr bixin.