14 Nede ser riya sûcdaran, Di rêçika xeraban de nemeşe.
14 Me de ser xaçereyên mirovên bêkêr û me keve ser reya peyayên xerab.
Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraban rêve naçe, Bi pey gunehkaran nakeve, Li komela tinazkaran rûnanê.
Lawo, heke gunehkar bixwazin te ji rê derînin, Qebûl neke!
Lawo, bi wan re nemeşe, Piyê xwe ji rêçika wan dûr bixe.
Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, Lê hevalê bêaqilan xisarê dibîne.
Yan na tê hînî riyên wan bibî Û canê xwe bixî dafikê.
Hesûdiya mirovên xerab neke, Nexwaze ku tu bi wan re bî.
Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, Jê bizivire û derbas be.
Riya xwe ji wê jinê dûr bigire, Nêzîkî deriyê mala wê jî nebe.
Ew di goşeya kuçeya wê jinikê re derbas dibû, Ber bi riya mala wê ve diçû.
Dev ji sexikbûna xwe berdin û bijîn. Di riya fêmdariyê de bimeşin.
Neyên xapandin, «Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike.»