8 Wê ji bo bedena te bibe şifa, Ji bo hestiyên te bibe tezekirin.
8 Pê gurçikên te bijûn û hestiyên te çalak bibin.
Bedena wî bi şîr tije ye, Mêjiyê hestiyên wî teze ye.
Ew dilşikestiyan baş dike, Û birînên wan dipêçe.
Gotina keremê şana hingiv e, Ji bo can şîrîn, ji bo hestiyan şifa ye.
Çimkî ji bo kesên ew dîtin, jiyan in, Ji bo tevahiya bedena wan şifa ne.
Ji binê piyan Heta serî siheta we nemaye. Tenê derb, birînên kevin û nû hene. Hemû birînên we jî Nepaqijkirî, nepêçayî, nerûnkirî ne.
Hûnê bibînin û wê dilê we şa be, Wê hestiyên we wekî giyayê nû teze bibe. Wê bê zanîn ku destê Xudan li ser xulamên wî Û xezeba wî li ser dijminên wî ye.