26 Çimkî ewlebûna te bi Xudan e, Wê nehêle ku lingê te bikeve dafikê.
26 Ji ber ko tu xwe bi Xwedê wê bisitirîni û ew ê lingê te ji kemînan biparêze
Gelo ewlehiya te, ne tirsa te ya ji Xudan e? Hêviya te, ne kamiliya riya te ye?
Ew nahêle lingên te bişemitin, Nahênije, yê ku te diparêze.
Çimkî ew, te ji dafika nêçîrvan, Ji nexweşîna ku dibe mirinê rizgar dike.
Kesê ji Xudan ditirse di ewlehiya qewîn de ye, Wê sitargeha kurên wî be.
Xudan gavên dilsozên xwe diparêze, Lê xerab di tariyê de tune dibin, Mirov tenê bi hêza xwe bi ser nakeve.