6 Birînên dostan ewle ne, Lê maçên dijminan xapînok in.
6 Brînên ko destbrayekî vekirine delîlê dostaniya wî ne; lê maçên dijminekî xapînok in.
Bila yê rast li min xe, ji bo min qencî ye, Li min hilatina wî, wek wî rûnî ye ku li serî tê xistin. Serê min wî red nake, Belê dua min li hemberî xerabiya xeraban e.
Lêvên derewîn nefretê vedişêrin Û kesê buxtanan davêje bêaqil e.
Derbê ku birîndar dike, xerabiyê paqij dike, Lêxistin jî dil û hinavan pak dike.
Kesê têr hingivê jî naxwaze, Lê ji kesê birçî re xwarina tehl şîrîn e.
Kesê erzê yekî dişikêne, Ji kesê zimanê wî şelafiyan dike, zêdetir keremê dibîne.
Bavên me wek ku qenc didîtin, em ji bo demeke kurt terbiye dikirin, lê Xwedê ji bo feyda me, me terbiye dike, da ku em bibin hevparên pîroziya wî.
Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!