20 Ma min ji bo te Sî gotinên şêwir û zanînê nenivîsî?
20 Ma min ji bona te pend û şîret ne da nivîsandin;
Gotinên pak in gotinên Xudan; Dimînin wî zîvê ku bi agirê tenûrê, Heft caran hatiye dadan.
Bibihîzin, çimkî ezê gotinên hêja bêjim, Wê lêvên min ji bo peyvên rast vebin.
Şehreza li peyvên xweş geriya û bi awayekî rast û tekûz nivîsîn.
Min gelek tiştên Şerîeta xwe ji wan re nivîsandin, Lê li gorî wan tiştên ecêb bûn.