8 Ew rêçikên edaletê diparêze, Hay ji riya dilsozên xwe heye.
8 Û li ser reya rastiyê piyê wan dişedîne û şîvereya peyayên xwe ên salih diparêze.
Çimkî Xudan riya qencan dizane, Belê riya xeraban neman e.
Xudan, hemû yên ku jê hez dikin diparêze, Û hemû xeraban tune dike.
Teze dike canê min, Bi saya navê xwe min di riyên rast de dide meşîn.
Çimkî ji rastiyê hez dike Xudan, Bernade ew evdên xwe, wan dilsozan. Ew wan diparêze her û her, Dûndana xeraban tê birrîn.
Şerîeta Xwedê di dilê wî de ye, Naşemitin gavên wî.
Ew e, yê ku jîna me diparêze, Ew e, yê ku nahêle lingê me bişemite.
Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan. Canê dilsozên xwe ew diparêze, Ew wan azad dike, ji destê xeraban.
Ez di riya edaletê de, Di nav rêçikên heq de dimeşim
Wê şêr nebin tê de, Heywanên hov dernekevin ser wê riyê. Wê li wir nebin, Wê rizgarbûyî tê de bimeşin.
Bi rastî, tu ji gelê xwe hez dikî, Hemû kesên pîroz di destê te de ne. Ew li ber lingên te rûdinin Û guh didin gotinên te.
Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin.
Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;
Xudan gavên dilsozên xwe diparêze, Lê xerab di tariyê de tune dibin, Mirov tenê bi hêza xwe bi ser nakeve.