21 Çimkî kesên dilrast wê li welêt bijîn, Kesên bêsûc wê li welêt bimînin.
21 Ji ber ko mirovên rast li welêt rûnin û yên dilpak lê bimînin;
Li welatê Ûsê zilamekî bi navê Eyûb hebû. Ew mirovekî kamil û dilrast bû. Ji Xwedê ditirsiya û xwe ji xerabiyê dûr dixist.
Xudan Eyûb ji destpêkê bêtir bereket kir. Çardeh hezar pezên wî, şeş hezar deveyên wî, hezar cot gayên wî û hezar kerên wî çêbûn.
Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat, Ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet.
Xudan bi rojên gihîştiyan dizane, Her û herî jî, mîrasa wan e.
Yên ku Xudan pîroz kirine, wê welat mîras bistînin. Yên ku wî ew nalet kirine, wê ji navê bên hilanîn.
Yên rast welat mîras distînin, Her û her li wê derê rûdinin.
Tu xwe bispêre Xudan, bike qencî, Li welat rûnê, xwedî bibe bi ewlehî.
Çimkî wê xerab bên birrîn û avêtin Belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin.
Çimkî Xudan Xwedê roj û mertal e. Kerem û berziyê dide; Ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne.
Wê kesên rast her û her neleqin, Lê wê kesên xerab ji rûyê erdê rabin.
Kesê berê dilrastan dide riyên xerab, Wê bi xwe bikeve çala ku kolaye, Lê qencî, mîrasa mirovên kamil e.