15 Riyên wan xwar in, Rêçikên wan hîlekar in.
15 Yên ko riya wan xwar e, û dan û standina xwe de jî ne rast in;
Belê yên ku li riya xwe ya xwar diçin, Xudan wan bi xeraban re ceza dike. Aştî li ser Îsraêlê be!
Kesê di riya rast de diçe, ji Xudan ditirse, Lê kesê riya wî hîlekarî ye, wî kêm dibîne.
Riya sûcdaran xwar e, Lê karê dilrastan pak e.
Hemû gotinên devê min rast in, Tu tiştê wan ên xwar û dijwar tuneye.
Ew riya aştiyê nizanin Û li ser rêçikên wan edalet tuneye. Wan rêçikên xwe xwar kirin, Her kesê li ser wan diçe aştiyê nizane.
Ev nifşê xwar û jirêderketî, Pê re dilsoz nema. Ew ne zarokên wî ne Û ev qisûra wan e.
da ku hûn bêqusûr û pak bin. Di nav vî nifşê xwehr û jirêketî de ku hûn di nav wan de wek stêrên ezmên ronahiyê didin, zarokên Xwedê yên bêleke bin