12 Ku te ji riya xerab, Ji gotina kesê şaş rizgar bike.
12 Da ko tu ne kevî ser riya mirovên xerab û ne bî têkilî xelkên gotinxwar û rêwindakirî,
Bila ji min dûr be durûtî, Ez nas nakim xerabiyê.
Bila dilê min meyla ya xerab neke, Ez têkilî karên xerab ên zilamê xerab nebim; Û beşdarî ziyafetên wan nebim.
Lêvên rastan tişta meqbûl dizane, Lê devê xeraban, xerab e.
Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, Lê hevalê bêaqilan xisarê dibîne.
Wê çavê te tiştên xerîb bibîne, Wê dilê te tiştên xerab bibêje.
Kesê bi xwe ewle ye bêaqil e, Lê kesê dide ser riya şehrezayiyê rizgar dibe.
Çimkî mirovê hîlekar li ber Xudan kirêt e, Lê Xudan bi dilrastan dişêwire.
Mirovê beredayî û neheq, Bi devê derewîn digere.
Tirsa Xudan, nefreta ji xerabiyê ye. Loma ez ji quretî û pozbilindiyê, Ji riya xerab û gotinên şaş nefret dikim.
Dev ji sexikbûna xwe berdin û bijîn. Di riya fêmdariyê de bimeşin.
Heta ji nav we bi xwe jî zilam wê derkevin û tiştên xwarûvîç bêjin, da ku şagirtan li pey xwe bibin.
Neyên xapandin, «Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike.»
Xudan dibêje: «Loma ji nav wan derkevin û veqetin, Dest nedin tiştê murdar. Hingê ezê we qebûl bikim.»