6 Lêvên kesê bêaqil pevçûn dertînin, Devê wî gazî lêdanê dike.
6 Lêvên dînokan rê didin pevçûnê û devê wî nav di lihevxistinekê dide.
Ehmeq yekser hêrsa xwe kifş dikin, Lê aqilmend guh nadin tinazan.
Ji quretiyê tenê pevçûn derdikeve, Lê kesê şêwrê qebûl dike, şehreza ye.
Şehreza bi tedbîr e û dev ji xerabiyê berdide, Lê bêaqil qure ye û bi xwe ewle ye.
Devê ehmeqan şiva li ser piştê ye. Lê lêvên şehrezayan wan diparêzin.
Destpêka pevçûnê wekî berdana avê ye, Loma beriya ku pevçûn derkeve, dev jê berde.
Kesê hêrsok wê cezayê xwe bibîne, Tu wî rizgar jî bikî, neçar î dîsa bikî.
Ji tinazkaran re ceza, Ji pişta bêaqilan re jî lêdan amade ye.
Reva ji pevçûnê, ji bo mirovan rûmet e, Lê her ehmeq bi gotinan xwe davêje nav şêr.
Tu tinazkar biqewitîne wê pevçûn here, Berberî û riswatî jî namîne.
Li kujê banê xanî rûniştin, Ji rûniştina malê ya bi jina şerûd re çêtir e.
Kevir giran e, sêlak jî bar e, Lê kedera kesê ehmeq ji herduyan jî girantir e.
Gava doza şehreza bi ehmeq re hebe, Hêrs dibe û tinaz dike, rihetî nade.