27 Kesê zana hay ji zimanê xwe heye, Ruhê kesê fêmdar bêhnfireh e.
27 Yekî bijîr di gotina xwe de nerm e, û mirovekî aqilmend sergiran e.
Gava gotin pir in, neheqî jî ne kêm e, Kesê biaqil devê xwe digire.
Kesê zû hêrs nabe gelek fêmdar e, Lê kesê hêrsok ehmeqiyê birûmet dike.
Dilê kesê rast ji bo bersivê kûr difikire, Lê ji devê xeraban xerabî diherike.
Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, Kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e.
Gotinên kesê şehreza yên bi nermî, Ji qareqara kesê ku di nav bêaqilan de serwer e çêtir e.
Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.
Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.
Em hemû di gelek tiştan de diterpilin. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn bike û ew mirovekî gihîştî ye.