31 Porê spî taca rûmetê ye, Bi jiyana rast hatiye bidestxistin.
31 Porên spî taca rûmetê ne; ew di reya edaletê de, têne peyda kirin.
Li pey xwe şopeke birqok dihêle, Mirov difikire ku porê spî yê avên kûr heye.
Çavgirtin ji bo pîlanên hîlekariyê, Devgirtin ji bo kirina xerabiyê ye.
Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, Kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e.
Nevî taca serê pîran in, Rûmeta kuran bavan e.
Xweşikbûna xortan hêza wan e, Rûmeta kalan, porê spî ye.
Wê mirov ji dera bilind Û ji dehşeta li kuçeyê bitirsin. Wê dara behîvê kulîlkên spî bide, Kulî giran bibin û nepengizin, Wê azwerî qels bibin, Çimkî wê mirov herin mala xwe ya herheyî, Kesên ku şînê dikin wê kuçeyan dagirin.
Xortê feqîr û şehreza, ji padîşahê bêaqil û kalbûyî yê ku êdî naşêwire çêtir e.
“‘Hûnê li ber rîspiyan rabin ser xwe û ji kesên kal re hurmetê nîşan bidin. Hûnê ji Xwedayê xwe bitirsin. Xudan ez im.
Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan bê kêmahî rêve diçûn.
ez dixwazim ji bo xatirê hezkirinê ji te hêvî bikim. Ez Pawlos, zilamekî navsere û niha jî di ber Mesîh Îsa de girtî,