Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Methelokên 15:32 - Kurmanji Încîl

32 Kesê terbiyeyê davêje pişt guh, xwe jî red dike, Lê kesê guh dide erzşikandinê, şehrezayiyê bidest dixe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Methelokên Hezretê Silêman 1947

32 Yê ko guh na de pend û tekdîrên jiyînê: xwîniyê canê xwe ye; lê yê ko bala xwe dide wan dibe zêrek.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Methelokên 15:32
27 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Tu ji hîndariya min nefret dikî, Û gotinên min davêjî pişt gohê xwe.


Tirsa Xudan destpêka zanînê ye, Lê kesên ehmeq, şîret û şehrezayiyê kêm dibînin.


Kesê guh dide şîretê, li ser riya jiyanê ye, Lê kesê erzşikandinê qebûl nake, rê şaş dike.


Feqîrî û riswatî tê serê kesê terbiyeyê davêje pişt guhê xwe, Lê guhdarê erzşikandinê tê rûmetkirin.


Dilê kesê fêmdar li zanabûnê digere, Lê devê bêaqilan ehmeqiyê diçêre.


Ji kesê kêmaqil re ehmeqî şahî ye, Lê mirovê fêmdar riya xwe rast dike.


Kesê guh dide erzşikandina ku jiyanê tîne, Di nav şehrezayan de rûdine.


Tirsa Xudan şîreta şehrezayiyê ye, Nefsbiçûkî şertê pêşî yê rûmetê ye.


Ehmeq terbiyeya bavê xwe kêm dibîne, Lê kesê guh dide erzşikandinê, jîr e.


Kesê bêaqil çima ji bo şehrezayiyê pere xerc bike? Ew ji xwe ji fêmdariyê dûr e.


Dilê kesê fêmdar zanabûnê bidest dixe, Guhê kesê şehreza li zanabûnê digere.


Guh bide şêwrê û terbiyeyê qebûl bike Ku tu di rojên xwe yên mayî de şehreza bî.


Mirovê gelek caran tê erzşikandin Û dîsa serhişkiyê dike, Wê jinişkave bişikê û şifayê nebîne.


Erzşikandina kesên şehreza, Ji pesindana bêaqilan çêtir e.


Çima hûn dixwazin dîsa lêdan bixwin? Çima hûn serî hildidin? Serî bi tevahî nexweş, Dil bi tevahî xayîs e.


Reng û rûyê wan Li dijî wan şahidiyê dike. Gunehên xwe wek Sodomê Bi eşkereyî dibêjin, qet venaşêrin. Wey li wan! Çimkî wan xerabî anî serê xwe.


Ya Xudan, ma çavê te ne li ser rastiyê ye? Te li wan xist, lê ew li ber xwe neketin, Te ew qedandin, lê wan terbiye qebûl nekir. Wan rûyê xwe ji kevir hişktir kir û nexwest vegerin.


“Heke kurê zilamekî, serhişk û serhildêr be, guh nede dengê dê û bavê xwe yan terbiyekirina wan,


Wê ji rîspiyan re wiha bêjin: ‘Kurê me serhişk û serhildêr e. Ew guh nade dengê me. Ew têrnexwar û serxweş e.’


Hay ji xwe hebin, bila tu kes ji kerema Xwedê nemîne. Bila di nav we de tu rayê tehl ê ku we aciz bike û gelek pê murdar bibin, dernekeve.


Xwe nexapînin û nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih.


Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ