31 Kesê guh dide erzşikandina ku jiyanê tîne, Di nav şehrezayan de rûdine.
31 Yê ko guh dide tenbî û tekdîrên jiyînê, di nav eqilmendan de wê rûne.
Berê xwe bidin erzşikandina min, Ezê fikrên dilê xwe ji we re bêjim, Peyvên xwe bi we bidim zanîn.
Feqîrî û riswatî tê serê kesê terbiyeyê davêje pişt guhê xwe, Lê guhdarê erzşikandinê tê rûmetkirin.
Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, Lê hevalê bêaqilan xisarê dibîne.
Ronahiya çavan şahiyê dide dilan, Xebera baş hestiyan dişidîne.
Kesê terbiyeyê davêje pişt guh, xwe jî red dike, Lê kesê guh dide erzşikandinê, şehrezayiyê bidest dixe.
Ehmeq terbiyeya bavê xwe kêm dibîne, Lê kesê guh dide erzşikandinê, jîr e.
Dilê kesê fêmdar zanabûnê bidest dixe, Guhê kesê şehreza li zanabûnê digere.
Guh bide şêwrê û terbiyeyê qebûl bike Ku tu di rojên xwe yên mayî de şehreza bî.
Erzşikandina şehrezayan, ji bo guhdaran, Guharê zêrîn û xemla ji zêrê xas e.
Erzşikandina kesên şehreza, Ji pesindana bêaqilan çêtir e.
“Guh bidin, werin ba min. Bibihîzin ku canê we bijî! Ezê peymaneke herheyî bi we re çêkim, Ji bo xatirê dilovaniya min a dilsoz a ji Dawid re.
Ew ji nav me derketin, lê belê ew ne ji me bûn. Eger ew ji me bûna, wê bi me re bimana. Lê çûna wan diyar kir ku ew hemû ne ji me ne.