3 Çavê Xudan li her derê ye, Ew qenc û xeraban dibîne.
3 Çavê Xwedê li her derî ye, û Ew li mirovên qenc û neqenc dinêre.
Gava ew ewlehiyê dide wan, ew tên piştgirîkirin, Çavê wî li ser riyên wan e.
Çimkî ew heta binê dinyayê dinêre Û her tiştên di bin seranserê ezmên de dibîne.
Ma ew riyên min nabîne Û hemû gavên min najmêre?
Ji ezmanan dinihêre Xudan, Ew dibîne hemû mirovan.
Zimanê şifayê dara jiyanê ye, Lê zimanê derewîn ruhan birîndar dike.
Hemû riyên mirovan li ber çavê Xudan in, Ew hay ji hemû riyên wan heye.
Çimkî ez hemû riyên wan dibînim. Tu karê wan ji min ne veşartiye. Neheqiyên wan jî li ber çavê min in.
Gelo kesek dikare xwe li dera dizî veşêre Ku ez wî nebînim?” Ev e gotina Xudan. “Ma erd û ezmanan ne ez dadigirim?” Ev e gotina Xudan.
Tu di şêwir de mezin û di karan de hêzdar î. Çavê te li ser hemû kirinên mirovan e. Tu li gorî rê û berê kirinên her kesî didî wan.
Ma roja çêkirina tiştên biçûk kî kêm dibîne? Gava mirov di destê Zerûbbabîl de benikê pîvanê bibînin, wê şa bibin. Ew heft qendîl çavê Xudan in. Ew li seranserê dinyayê digerin.
Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê tazî û vekirî ye.