26 Fikrên xerab li ber Xudan kirêt in, Lê gotinên keremê pak in.
26 Xwedê ji fikr û ramanên xirab dikerihe; lê gotinên pak û delal jê re xweş tên.
Gotina ku dertê ji devê min, Fikra ku diçe ji dilê min, Bila maqûl bê dîtin li pêş te, Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê min!
Ji dilê min gotinên xweş difûrin, Ji bo padîşah ez dibêjim helbestan, Zimanê min wek qelema nivîskarek hosta.
Kesên dilxerab ji bo Xudan kirêt in, Lê ew ji kesên riyên wan kamil in razî ye.
Mirov bi bersiva maqûl şa dibe, Gotina di cih de tê gotin, çiqas xweş e!
Xudan mala qureyan xera dike, Lê sînorê jinebiyan zexim dike.
Kesê çavê wî li qezenca neheq e, Tengasiyê dide mala xwe, Lê kesê ji bertîlê nefret dike, wê bijî.
Gotina keremê şana hingiv e, Ji bo can şîrîn, ji bo hestiyan şifa ye.
Niyeta ehmeqîkirinê guneh e, Tinazkar ji mirovan re kirêt e.
Ya Orşelîm! Dilê xwe ji xerabiyê bişo ku rizgar bibî. Wê heta kengê fikrên xerab di nav te de bimînin?
Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr ji dil dertên.