12 Tinazkar ji erzşikandinê hez nake, Ew naçe ba şehrezayan.
12 Tevzaker ji pend û tekdîran direve û nîzingî eqilmendan na be.
Ew ji Xwedê re dibêjin: ‘Ji me dûr be! Zanîna riya te ne bi dilê me ye!
“Sexikno, hûnê heta kengê ji sexikiyê hez bikin? Tinazkarno, hûnê heta kengê bi tinazkirinê şa bin? Bêaqilno, hûnê heta kengê ji zanînê nefretê bikin?
Kurê şehreza guh dide terbiyeya bavê xwe, Lê tinazkar guhdariya erzşikandinê nake.
Tinazkar li şehrezayiyê bigere jî nabîne, Lê ji bo kesê fêmdar zanîn hêsan e.
Terbiyeya zor ji kesê averê re ye, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, wê bimire.
Hûn ji kesê li ber dergehê bajêr erzê we dişikêne nefret dikin, Bîzê we ji kesê rastiyê dibêje diçe.
Dinya nikare ji we nefret bike, lê ji min nefret dike, çimkî ez şahidiyê dikim ku kirinên dinyayê xerab in.
Çimkî wext wê bê ku nexwazin guhê xwe bidin hîndariya saxlem, lê ewê di cihê vê de li gor xwestekên xwe, ji xwe re gelek mamosteyan bicivînin, yên ku tiştên li guhên wan xweş bên hîn bikin.