Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Methelokên 14:20 - Kurmanji Încîl

20 Feqîr li ber çavê cîranê xwe jî reş e, Lê hevalên dewlemendan gelek in.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Methelokên Hezretê Silêman 1947

20 Rûyê belengazekî ji hevalê wî re jî sar e; lê dostên dewlemendan zehf in.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Methelokên 14:20
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Li ser emrê padîşah, hemû karmendên wî li ber dergehê padîşah, li ber Haman xwe ditewandin û xwe davêtin ber lingên wî. Lê Mordexay ne xwe tewand, ne jî xwe avêt ber lingên wî.


Bîzê wan ji min diçe, dûr dimînin, Ji tûkirina ser çavê min dûr namînin.


Hemû xwişk, bira û nasên wî yên berê hatin ba wî. Li mala wî, wan pê re xwarin xwar. Wan êşa wî parve kir û ji ber hemû belayên ku Xudan anîn serê wî, ew teselî kir. Her yekî perçeyek zîv û gustîleke zêrîn dan wî.


Dewlemend serweta xwe wekî bajarê xwe yê hêzdar dibîne, Feqîriya belengazan helakbûna wan e.


Serwet hevalan zêde dike, Lê dostê kesê belengaz jê diqete.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ