27 Tiral karê xwe nabe serî, Lê zîrek dibin xweyê serweteke mezin.
27 Mirovê tiral nêçîra xwe jî na qelîne; lê xezîneya mirovan ya hêja xwe tevdan e.
Piçek hebûna rastan, Çêtir e ji serweta xeraban.
Destê sist feqîr dike, Lê destê zîrekan dewlemend dike.
Rast rê nîşanê hevalê xwe jî dide, Lê riya xeraban wan averê dike.
Canê kesê tiral çilek e, lê tiştekî nabîne Lê canê kesê zîrek firehiyê dibîne.
Hebûna biçûk a bi tirsa Xudan, Ji xezîneya mezin a bi xem û xofan çêtir e.
Karê hindik ê heq, Ji serweta neheq çêtir e.
Û heke dilê te pir diçê, Kêrê deyne ser qirika xwe.
Çawa ku derî li ser zirzeyan dizivire, Tiralê li ser nivînan jî wisa ye.
Tiral destê xwe dirêjî tasê dike, Lê xîret nake bibe devê xwe.