29 Riya Xudan ji bo kamilan keleh e, Lê ji bo neheqan helakbûn e.
29 Reya Xwedê ji bona dilpakan asêgehek e; lê ji bona paleyên fesadiyê helaketek.
Gelo felaket bi ser neheqan de Û bela bi ser kesên xerabiyê dikin de nayê?
Çimkî Xudan riya qencan dizane, Belê riya xeraban neman e.
Yên ku xerabî kirin li wê derê ketin, Hilweşiyan, êdî ew ranabin.
Belê wê xerab tune bibin; Dijminên Xudan, wê biçilmisin wek kulîlkên çolan, Wê telef bibin wek mijan.
Çiqas here wê hêzdar bibin, Wê li Siyonê, ji alî Xwedê ve bên dîtin.
Wek giya şînbûna xeraban, Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan, Ji bo her û her hilweşîna wan e.
Hêviya mirovê xerab bi mirinê tune dibe, Bendewariya hêzdariyê jî pê re.
Rastî kesê di riya xwe de kamil e, diparêze, Lê xerabî kesê sûcdar serobino dike.
Kirina edaletê şahiya rastan e, Lê ji bo kesê xerabî dike, tirs û saw e.
Lê kesên li benda Xudan in hêza xwe teze dikin, Wekî teyran baskên xwe vedikin û bilind dibin. Ew dibezin lê qels nabin, Ew dimeşin lê nawestin.
Şehreza van tiştan fêm dike, Fêmdar wan dizane. Riyên Xudan rast in Û kesê rast di wan de dimeşe. Lê serhildêr bi wan diterpile.
Ezê wan bi Xudan hêzdar bikim. Wê bi navê wî bimeşin.” Ev e gotina Xudan.
Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim.