28 Hêviya rastan şabûn e, Lê bendewariya xeraban vala derdikeve.
28 Hêviya dilpakan wê bibe şabûniyek; lê ya mirovên xerab tu ber na de.
Lê wê ronahiya çavên xeraban bitefe, Cihê reva wan tunebe Û tekane hêviya wan, hilma dawî be.”
Riya hemû kesên ku Xwedê ji bîr kirine ev e Û wê hêviya kesê xwedênenas tune bibe.
Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe, Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede. Daxwaza xeraban tune dibe.
Ji ber vê hundirê min bi kêf, dilê min şa ye, Bedena min di ewlehiyê de ye.
Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin, Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin; Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn!
Daxwaza rastan tenê qencî ye, Lê bendewariya xerab xezeb e.
Hêviya mirovê xerab bi mirinê tune dibe, Bendewariya hêzdariyê jî pê re.
Kesê xerab bi xerabiya xwe xera dibe, Lê di mirinê de jî sitargeha rastan heye.
Di neheqiya xeraban de dafik heye, Lê kesên rast stranan dibêjin û şa dibin.
Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin.
Îcar bila Xwedayê hêviyê, di baweriyê de dilê we bi hemû şahî û aştiyê tije bike, da ku bi hêza Ruhê Pîroz hêviya we zêde bibe.
Bi saya wî em bi baweriyê gihîştine vê kerema ku em tê de sekinî ne. Û em bi hêviya rûmeta ku Xwedê wê bide, pesnê xwe didin.
Bila Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hez kiriye û bi keremê hana herheyî û hêviya qenc daye me,