20 Zimanê kesê rast zîvê bijare ye, Lê qîmeta aqilê xeraban hindik e.
20 Zimanê dilpakan zîvekî bijarte ye; lê dilê bêkêran kêmeyar e.
Xudan dît ku xerabiya mirovan li dinyayê gelekî zêde bûye û fikrên dilê wan jî herdem li ser xerabiyê ne.
Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.
Ji devê yê rast şehrezayî dertê, Zimanê wî ya rast dibê.
Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, Lê zimanê şehrezayan şifa ye.
Zimanê şifayê dara jiyanê ye, Lê zimanê derewîn ruhan birîndar dike.
Padîşah ji lêvên rast razî ye, Ji kesên rastgo hez dike.
Gelek zêr û cewher hene, Lê lêvên zana hêjatir e.
Çimkî ew pariyên devê te dijmêre, Ji te re dibêje: “Bixwe, vexwe!” Lê dilê wî ne li ser te ye.
Berê min ji zêr, heta ji zêrê xas çêtir e, Fêkiyê min ji zîvê bijare baştir e.
Dil ji her tiştî xapînoktir e, Çare jê re tuneye. Kî dikare jê fêm bike?