Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Methelokên 10:19 - Kurmanji Încîl

19 Gava gotin pir in, neheqî jî ne kêm e, Kesê biaqil devê xwe digire.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Methelokên Hezretê Silêman 1947

19 Li cihê ko pir gotin heye, tê de guneh jî heye; lê yê ko lêvên xwe digire şehreza ye

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Methelokên 10:19
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Gelo ewqas gotin wê bêbersiv bimîne? Kesê zimandirêj wê mafdar bê hesibandin?


Min got, «Ezê li riyên xwe miqate bim, Bi zimanê xwe guneh nekim; Heta li pêş min be zilamê xerab, Ezê devê xwe girêdim, nedim cewab.»


Kesê cîranê xwe kêm dibîne kêmaqil e, Lê mirovê fêmdar hay ji zimanê xwe heye.


Kesê fesad digere û siran dibêje, Lê kesê biewle vê yekê vedişêre.


Aqilmend zanabûna xwe nîşan nade, Lê dilê bêaqilan ehmeqiyê radigihîne.


Jiyan û mirin di destê zimên de ye, Kesên jê hez dikin, wê ji berê wî bixwin.


Dema ku tu diçî Mala Xwedê, hay ji gavên xwe hebe. Çêtir e ku tu ji bo guhdarîkirinê nêzîk bibî, ne ku tu qurbana bêaqilan pêşkêş bikî. Çimkî ew nizanin ku xerabiyê dikin.


Bi devê xwe nelezîne, Ne jî bila dilê te li ber Xwedê ji peyivînê re bilezîne. Çimkî Xwedê li ezmanan e, lê tu li erdê yî, Loma bila gotinên te hindik bin.


Xema zêde dibe xewn, Gotina zêde jî bêaqiliyê tîne.


Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.


Em hemû di gelek tiştan de diterpilin. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn bike û ew mirovekî gihîştî ye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ