29 Çimkî wan ji zanînê nefret kir Û tirsa Xudan hilnebijart.
29 Ji ber ko wan guh ne didan pend û şiretan û ne dixwestin tirsiyarê Xudayê xwe bibin;
“Sexikno, hûnê heta kengê ji sexikiyê hez bikin? Tinazkarno, hûnê heta kengê bi tinazkirinê şa bin? Bêaqilno, hûnê heta kengê ji zanînê nefretê bikin?
Tê bêjî: “Çawa min ji terbiyê nefret kir! Dilê min erzşikandinê kêm dît!
Çimkî emir ji bo te qendîl, hînkirin ronahî ye, Erzşikandinên ji bo terbiyê, riya jiyanê ye.
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»
Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin.
Ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart