Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Melaxî 4:4 - Kurmanji Încîl

4 “Şerîeta Mûsayê xulamê min bi bîr bînin. Qanûn û rêbazên ku min ji bo tevahiya gelê Îsraêl, li Horêvê lê emir kirin bi bîr bînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Melaxî 4:4
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ji ber edaleta wî, Xudan razî bû ku Şerîetê mezin û birûmet bike.


Vegerin şerîet û şahidiya Xudan! Kesên li gorî van nebêjin, wê li wan nebe şeveq.


Xudan wiha dibêje: “Li ser riyan bisekinin û binêrin. Pirsa riyên herheyî bikin, Pirsa riya baş bikin û tê de bimeşin. Hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Lê wan got: ‘Em tê de nameşin.’


Eger wisa ye, ma em bi baweriyê Şerîetê betal dikin? Na, tu caran! Lê belê em Şerîetê erê dikin.


Wê roja ku hûn li Horêvê li pêş Xwedayê xwe Xudan sekinîn, bi bîr bînin. Wî çaxî Xudan ji min re got: ‘Ji bo ku peyvên min guhdarî bikin gel bicivîne û bila di tevahiya jiyana xwe de ji min bitirsin û vê hînî zarokên xwe jî bikin.’


Hay ji xwe hebin ku hûn peymana ku Xwedayê we Xudan bi we re çêkir ji bîr nekin û wekî ku Xwedayê we Xudan qedexe kiriye, pûtekî di sûretê tiştekî de ji xwe re çênekin.


Xwedayê me Xudan li Çiyayê Horêvê bi me re peymanekê çêkir.


Hay jê hebin ku hûn Xwedayê xwe Xudan ji bîr nekin û van emir, rêbaz û qanûnên ku ez îro li we dikim pêk bînin.


“Heke hûn Xwedayê xwe Xudan ji bîr bikin, bidin pey îlahên din, xulamiya wan bikin û biperizin wan, ez îro bi eşkereyî ji we re dibêjim: Hûnê esse tune bibin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ