Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Marqos 11:1 - Kurmanji Încîl

1 Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û di Çiyayê Zeytûnê re gihîştin Beytfacê û Beytanyayê, Îsa du şagirtên xwe şandin

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

1 Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine çʼîyayê Zeytʼûnê û gundêd Beytfacê û Beytanyayê, hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

1 Гава әԝ незики Оршәлиме бун у гьһиштьнә чʼийайе Зәйтʼуне у гӧндед Бәйтфаще у Бәйтанйайе, һьнге Иса дӧ шагьртед Хԝә шандьн

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 وقته عیسی و شاگِردِت وی گَهَشتِنَ گُندِت بِیت‌فاجی و بِیت‌عَنْیا گو نِیزوکاتیا شَهره اورشلیمه له چییایه زَیتونه بون، عیسی دو شاگِرده خو رِگِرِن

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Marqos 11:1
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Dawid bi girîn hildikişiya Çiyayê Zeytûnê. Serê wî nixamtî bû û pêxwas diçû, her kesê pê re jî sernixamtî bû û ew jî digiriyan.


Wê rojê wê piyên wî, li ser Çiyayê Zeytûnê bisekine ku dikeve rojhilatê Orşelîmê. Wê Çiyayê Zeytûnê ber bi rojava û rojhilat ve ji nîvî ve biqelişe û newaleke gelekî fireh çêbe. Nîvê çiyê wê ber bi bakur ve, nîvê çiyê jî ber bi başûr ve bê kişandin.


Wî ew li wir hiştin û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand.


Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»


Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.


û ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe. Hema gava hûn bikevinê, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin.


Gava Îsa li pêşberî Perestgehê, li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis bi serê xwe jê pirsîn:


Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: «Herin bajêr. Mirovek wê rastî we bê ku cerekî avê hildigire, li pey wî herin wî xaniyê ku ew bikevê.


Wî her diwanzdeh gazî ba xwe kirin û dest pê kir, ew cot bi cot şandin û li ser ruhên nepak desthilatî da wan.


Hingê ew ji dera ku jê re digotin Çiyayê Zeytûnê vegeriyan Orşelîmê. Ev çiya bi qasî kîlometreyekê ji Orşelîmê dûr bû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ