Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Lûqa 11:29 - Kurmanji Încîl

29 Û çaxê ku elalet li dor wî zêde dibû, Îsa dest bi gotinê kir: «Ev nifşê ha nifşekî xerab e, li nîşanekê digere û ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşaneke din ji wan re nayê dan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

29 Çaxê eʼlalet ser Wî dicivîya, Îsa destpêkir û got: «Eva nisila xirab e, nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

29 Чахе әʼлаләт сәр Ԝи дьщьвийа, Иса дәстпекьр у гот: «Әва ньсьла хьраб ә, нишанәке дьхԝазә, ле жерʼа нишанәкә дьн найе дайине пештьри нишана Уньс пʼехәмбәр.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 وقته جَماعَـت زِدَ دِبو، عیسی گُت: «اَو نَسلَ چَند نَسلَگَ پیسَ. هَ دوو نیشانَگه دانَ! بله چه نیشان بُ وان نایِتَ دایین خِنجی نیشانا یونس پِیغَمبَر.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Lûqa 11:29
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Rojeke gotina Xudan ji Ûnisê kurê Amîttay re hat û got:


Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî û Sadûqiyan gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin?


Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî, gava di rûmeta Bavê xwe de tevî milyaketên pîroz bê, wê ji ber wî şerm bike.»


Hinekên din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.


da ku xwîna hemû pêxemberan a ku ji damezrandina dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî nifşî bê xwestin,


Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wisa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebin ku durûtî ye.


Îsa lê vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî, ma ezê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka kurê xwe bîne vir!»


Li ser vê yekê Cihûyan jê pirsî: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî ku desthilatiya te heye, tu van dikî?»


Li ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em bibînin û ji te bawer bikin? Tê çi karî bikî?


Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.


Cihû nîşanan dixwazin û Yewnanî li şehrezayiyê digerin,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ