9 Her pêşkêşiya dexlê ya ku di tenûrê de hatiye pehtin û di taweyê de yan li ser sêlê tê çêkirin, wê ji kahinê ku wê pêşkêş dike re be.
Wê demê Hazaêlê Padîşahê Aramê rabû li dijî Gatê şer kir, ew stand û Hazaêl ji bo ku bistîne berê xwe da Orşelîmê.
Ya ku ji ber pêşkêşiya dexlê dimîne wê ji bo Harûn û kurên wî be. Ev di nav pêşkêşiyên şewitandinê yên Xudan de ya herî pîroz e.
Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê ku wî kiriye kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin. Wekî pêşkêşiya dexlê, ya mayî wê ji kahin re be.’”
Lê her pêşkêşiya dexlê ya rijî yan bi zeytê hatiye hevîrkirin ji hemû kurên Harûn re ye. Wê bi hevpariyê bê parvekirin.
Çermê qurbana şewitandinê jî, ji kahin re ye ku wê pêşkêş dike.
Wê ji tiştên herî pîroz ên ji êgir tên parastin ku diyarî min hatine kirin, ev ji bo te bin. Her pêşkêşiya ku ew wekî tiştê herî pîroz ji bo min tînin, ango her pêşkêşiya wan a dexlê, ya berdêlê û ya paqijiyê. Wê ev pêşkêşî ji bo te û kurên te bin.
Ma hûn nizanin, yên ku di karê Perestgehê de dixebitin, ji Perestgehê dixwin û yên ku di gorîgehê de xizmetê dikin, parê ji gorîgehê distînin?
Ma kî bi perê xwe leşkeriyê dike? Ma kî rezekî datîne û berê wî naxwe? Ma kî şivantiya keriyekî dike û ji şîrê wî venaxwe?
Yê ku di peyvê de hatiye hînkirin, bila di hemû tiştên qenc de parê bide wî yê ku hîn dike.