3 Ji wan re bêje: ‘Heke kesekî ji ziriyeta we di nav hemû nifşên we de, gava qirêj dibe, nêzîkî pêşkêşiyên pîroz bibe ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dike, wê ji hizûra min bê avêtin. Ez Xudan im.
“Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Bila ji bo pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dikin baldar bin ku navê min ê pîroz xerab nebe. Ez Xudan im.’
Kesekî ku destê xwe dabe miriyekî yan cendekê mirovekî û xwe paqij nekiriye, Meskenê Xudan qirêj dike û divê ji gelê Îsraêl bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e û qirêjiya wî li ser wî dimîne.
«Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin.