2 “Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Bila ji bo pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dikin baldar bin ku navê min ê pîroz xerab nebe. Ez Xudan im.’
Wê li ser eniya Harûn be. Gava gelê Îsraêl pêşkêşiyên xwe yên pîroz tîne, heke sûc kiribe, wê Harûn vî sûcî hilde ser xwe. Ji bo ew li hizûra Xudan bê qebûlkirin, wê ev berenîk hergav li ser eniya Harûn be.
Xwe bidin alî, xwe bidin alî! Ji wê derê derkevin Û dest nedin tiştê qirêj. Ya kesên ku taximên Xudan hildigirin! Ji nav wê derê derkevin Û xwe paqij bikin.
Ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim. Çimkî wî ji ziriyeta xwe pêşkêşî Molekê îlah kir û bi vî awayî Pîrozgeha min qirêj kir û navê min ê pîroz mirdar kir.
Wê ji bo Xwedayê xwe pîroz bin û navê Xwedayê xwe xerab nekin. Çimkî pêşkêşiyên şewitandinê wekî xwarin pêşkêşî Xwedayê xwe Xudan dikin. Loma wê pîroz bin.