7 Heke pêşkêşiya te, dexla di taweyê de hatibe pehtin, divê ji arvanê hûr û zeytê be.
û herwiha bi Nanê Xêrê, arvanê hûr ê pêşkêşiya dexlê, nanê şikeva, nanê sêlê yê din, pêşkêşiya bi zeytê hatiye hevîrkirin û bi her cure elb û pîvanî alîkarî kir.
Tê wî perçe bikî û zeytê bi ser de birijînî. Ev pêşkêşiya dexlê ye.
Tê pêşkêşiya dexlê ya ku wiha hatiye çêkirin pêşkêşî Xudan bikî. Gava ew hat anîn, wê kahin bibe gorîgehê.
Her pêşkêşiya dexlê ya ku di tenûrê de hatiye pehtin û di taweyê de yan li ser sêlê tê çêkirin, wê ji kahinê ku wê pêşkêş dike re be.