Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Kolosî 2:23 - Kurmanji Încîl

23 Rast e, di dîndariya ji ber xwe çêkirî, di nefsbiçûkiya qelp û di eziyetkirina bedenê de ev wek şehrezayiyê tên dîtin, lê ji bo rawestandina xwestekên nefsê tu qîmeta wan tune.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

23 Feʼmdarî ye ku ev eʼrf-eʼdet çawa serwaxtî xuya dibin, gava dikine stûyê xwe ku milyakʼeta bihʼebînin, xwe nimiz kin û bedena xwe bidine cefê, lê ev hʼemû miqabilî binyatʼa gunekʼar tʼu tiştî nakin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

23 Фәʼмдари йә кӧ әв әʼрф-әʼдәт чаԝа сәрԝахти хӧйа дьбьн, гава дькьнә стуйе хԝә кӧ мьлйакʼәта бьһʼәбиньн, хԝә ньмьз кьн у бәдәна хԝә бьдьнә щәфе, ле әв һʼәму мьԛабьли бьнйатʼа гӧнәкʼар тʼӧ тьшти накьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 بَراستی ژی وقته گو اَو مِرُوَنَ راستا وه مذهبا بَخودا هاتی چه گِرِن و خوگوشگَ گِرِن و ایزا کِشانا بَدَنه قِسَ دِگَن، اَو قِسَدانَ ظاهِرَگه بَر بِ عاقل پَیدا دِگَت، بله وان اَمرانَ چه اَرزِش چِنینِن گو بِگارِن پِشیا نفسه بِگِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Kolosî 2:23
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê belê xwe bi Xudan Îsa Mesîh rapêçin û ji bo xwestekên nefsê tu tiştî peyda nekin.


Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xweyî dike û xema wê dixwe.


Nebe yekî ku ji nefsbiçûkiya qelp û perizîna milyaketan, ji dîtiniyên ku dîtine û ji quretiya pûç a aqilê xwe yê dinyayî hez dike, we ji xelata we bike.


Evên ha hemû bi karanînê dirizin û diçin, ew li gor emir û hînkirina mirovan in.


Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in.


Ew nahêlin ku mirov bizewicin û dixwazin ku mirov xwe ji wan xwarinan dûr bixin, yên ku Xwedê afirandine, da ku ew ji aliyê bawermend û rastîzanan ve bi şikirdarî bên standin.


Çimkî îdmana bedenî bi kêrî hindik tiştî tê, lê jiyana xwedayî bi kêrî her tiştî tê; soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ