Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




یعقوب 5:17 - Kurmanji Încîl

17 Êlyas jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

17 Êlyas xût merivekî mîna me bû, bi dil û can dua kir, ku baran nebare û sê sal û nîva ser eʼrdê baran nebarî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

17 Елйас хут мәрьвәки мина мә бу, бь дьл у щан дӧа кьр, кӧ баран нәбарә у се сал у нива сәр әʼрде баран нәбари.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 الیاس پِیغَمبَر مِرُوَگ بو بینا مَ و اَوی بِ تواوی دله خو دعا گِر گو باران نَباریت و سه سال و نیوا باران سَر رویه عَردی نَباری.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




یعقوب 5:17
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Êlyasê ji Tîşbeya Gîladê ji Ahav re wiha got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê Xwedayê Îsraêl ku ez li ber sekinî me, bêyî ku ez bêjim, wê di salên bê de, ne xunav hebe, ne jî baran.”


Piştî demeke dirêj, di sê saliya xelayê de gotina Xudan ji Êlyas re hat û got: “Here xwe nîşanî Ahav bide. Ezê baranê bibarînim ser axê.”


Lê ez ya rast ji we re dibêjim: Di rojên Êlyas pêxember de, çaxê ku ezman sê sal û şeş mehan hatibû girtin û di tevahiya welêt de xelayeke giran çêbûbû, gelek jinebî li welatê Îsraêlê hebûn.


Lê Petrûs ew rakir ser lingan û got: «Rabe, ez bi xwe jî mirov im.»


«Camêrno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.


Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike?


Desthilatiya wan heye, ku di rojên pêxemberîtiya xwe de ezmên bigirin, da ku baran nebare. Û desthilatiya wan li ser avê heye, ku wê bikin xwîn û kengê bixwazin, dikarin her belayê bi ser rûyê erdê de bînin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ