Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




یعقوب 2:25 - Kurmanji Încîl

25 Bi vî awayî, Rexaba fahîşe jî gava ku nêrevan qebûl kirin û ew di riyeke din re şandin, ma ew ne bi kirinan rastdar derket?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

25 Ne usa jî Rʼexaba çʼeʼvder bi kira rʼast hate hʼesabê, gava ceʼsûs qebûl kirin û ew rʼêke dinva verʼêkirin?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

25 Нә ӧса жи Рʼәхаба чʼәʼвдәр бь кьра рʼаст һатә һʼәсабе, гава щәʼсус ԛәбул кьрьн у әԝ рʼекә дьнва вәрʼекьрьн?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 هَمژی ما راحاب گو فاحِشَ بو، وقته گو پَناه دا اَونه گو هاته بونَ رِگِرِن و اَو رِگَگه دیتِردا ره اِخِستِن، بِ واسِطا وان شُلا صالِح نَهاتَ هَژمارتِن؟

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




یعقوب 2:25
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab bû, Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû, Ovêd bavê Yêşa bû


Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê.


û Yason ew hewandine mala xwe. Ev hemû li hember qanûnên Qeyser radibin û dibêjin: ‹Padîşahekî din heye, navê wî Îsa ye.›»


Bi baweriyê, Rexaba fahîşe bi neguhdaran re nehat helakkirin, çimkî wê nêrevan bi aştî qebûl kiribûn.


Lê belê yek wê bêje: «Baweriya te heye, kirinên min hene!» Bê kirinên xwe baweriya xwe nîşanî min bide û ezê bi kirinên xwe ve baweriya xwe nîşanî te bidim.


Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî re dixebitî û baweriya wî bi kirinên wî temam bû.


Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê.


Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man.


Xaniyê Rahavê di nav sûrên bajêr de bû, loma wê ew bi werîs ji pencereyê daxistin.


Wê ji wan re got: “Herin herêma çiyayî! Yan na kesên dane pey we, wê we bibînin. Heta ew vegerin sê rojan li vir xwe veşêrin. Piştre bi riya xwe ve herin.”


Rahava ku herdu zilam veşartibûn, got: “Rast e, du zilam hatibûn ba min, lê min nizanibû ji ku bûn.


Ya rast jinikê ew derxistibûn ser xênî û bi gurzikên kitanên ser xênî ew veşartibûn.


Wê bajar û her tiştê tê de ji bo xerakirinê, ji Xudan re bên veqetandin. Wê tenê Rahava fahîşe û hemû kesên pê re ku di mala wê de ne, bijîn. Çimkî wê qasidên me veşartin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ